Girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
Li Girtîgeha Antalyayê 7 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
Li Girtîgeha Antalyayê 7 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
Çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin.
Hat ragihandin ku li Girtîgeha Antalyayê 7 girtiyên jin, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, di 26’ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.
Girtiyan bi rêya parêzerên xwe diyar kirin, heta ku hevdîtin bi Ocalan re were kirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.